Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema belengaziyê, zarok li xwandinê diweqetin

13:18 - 21 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Piraniya wan zarokên ku îsal jî nekarîne biçne qutabxanê û ji xwandinê weqetiyane, bi sedemê neyîtî û dest kurtiya malbatan e.

Pareke berçav ji zarokên welatê Îranê û bi taybetî deverên netewên bê maf bi hegera nebûnî û nekarîna dana xercê xwandinê ji aliyê malbatan ve, û zêdebûna mesrefa xwandinê, nikarin biçine qutabxanan û desta ji xwandinê dikêşin.

Eve jî di halekê de ye ku pêka yasaya rejîmê, xwandin di Îranê de bo hemû kesekî bê beranbere.

Bi xasmanî Îsal bi hegera dorpêçên aborî yên ser rejîmê, xerc û mesrefa xwandinê gelek zêde bûye û wê yekê jî gelek malbat neçar kirine ku êdî nekarin zarokê xwe birê bikne qutabxanan.

Xelkê Îranê di halekê de ye ku, rejîm hemû serwet û heyîya xelkê Îranê xercê karên xwe ên şerxwazane dike û pêşkêşî girûpên terorîstî li derveyê welatên dike.