Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema hişkbûna gola Urmiyê canê 5 milyon kesan dikeve ber tirsê

11:34 - 21 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Serokê Saziya Parêzvanî ji Jîngê ya Îranê ragehand, bi sedema hişkbûna gola Urmiyê, aliyê kêm canê 5 milyon kesan dikeve ber tirsê.

Îsa Kelanterî got: Min sala derbasbûyî jî li derheq encamên nerêniye hişkbûna gola Urmiyê hişdarî dabû û min basê gef û tirsa vê bo ser jîngehê kiribû, ku heger ev gola hişk be, canê pitir ji 5 milyon kesên akinciyê devrûberê Ûrmiyê dikeve ber tirsa micid.

Navbirî herwiha got ku çaxê xwe min egera vê tirsa micid dabû dewletê, lê mixabin çi cehdek bona berahîkgirtina ji hişkbûna gola Urmiyê nehate kirin.

Her di vê derheqêda Ferhad Serxoş serokê Navenda Vejandina Gola Urmiyê ji got: Di gel hişkbûna gola Urmiyê, wê pitir ji 15 milyon kesên akinciye devrûbere vê golê, dê neçarî barkirin û koçberiyê bin bo cihên din.

Ferhad serxoş got: Piştî hişkbûna vê golê, mixabin toza xwê bi sedema ba û bahozan wê deverê de belav be, û dê bibe sedema hişkbûna hemî şînkatî û hasil û çandiniyê, û vê demê ye ku wê nexweşî belav bibe û akincî neçar bin dewerê bicî bihêlin û koçber bin.