Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna amara telaq vergirtin û daketina pêkanîna jiyana hevpar berdewame

13:52 - 18 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Avakirina bingeha malbatê li Îran û Kurdistanê di metirsiyê de ye, û pirranya jiyanên hevpar di Îran û Kurdistan de, rastî telaq vergirtinê dibin.

Telaq vergirtin yek ji arîşeyên civakî ye ku pirsiya civaka Îran û Kurdistanê girtiye û niha bilindbûna amarên telaq vergirtinê, vê yekê nîşan didin ku, bingeha malbatan di metrisiyê de ye.

Li gorî amarên rejîmê yên ku derheq telaq vegiritinê de belavkirine, bas ji vê yekê dikin ku, amarên telaq vergirtinê ber bi bilindbûnê diçin û di hemen demê de jî, temenê pêk anîna jiyana hevpar jî bilind bûye ku, ev metirsiyeke bo ser pêkhatiye civakê.

Li parêzgeha Urmiyê li 5 jiyanên hevpar 1 ji van rastî telaqê sitandinê dibe, herwisa li hindek parêzgehan de, navendên amarê yên rejîmê navê parzêgehên van eşkere nekirine, di her 5 jiyanên hevpar de her 5 ji van rastî telaq standinê dibin.

Berhevdanên amarên derheq telaq vergirtinê de vê yekê nîşan didin ku, parêzgehên wekî Kirmaşan û Sine di heyama salên 1383`an heya 1389`an, di asta Îranê de, pileya çarem û pênçem hebûne.

Di sala 1396`an de, telaq sitandin di Îranê de, ku rikordê tomar kiriye, di heyama salekê de, 175 hezar telaq tomar kiriye.

Li destpêka sala 1379`an şûnda, amara telaqê vergirtinê bi awayekî berdewam bilind bûye.

Di sala 1396`an de, di her demjmêrekê de, 21 telaq hatine tomarikirin, û di destpêka sê mehên sala 1397`an de 42 hezar telaqvergirtin hatine tomarkirin û di heyama 6 mehên hemen salê de, 80 hezar telaq vergirtin hatine tomarkirin.

Amarên telaq vergirtinê di Îranê de, di demekê de belav dibin ku, Elîekber Mehzûnî, birêveberê giştî yê îtila`at û amara nifosa saziya tomarkirina derheq “Sebit û Ehval” a Îranê bi awayekî fermî bas ji vê kiriye ku, ev qas bas ji telaq vergirtinê hatiye kirin, êdî tu derdekê derman nake.

Berpirsên rejîma Îranê derheq bilindbûna asta telaq vergirtinê di Îranê de berdewam hişdarî didin, lê, tu rêçareyekê bo peyda nakin.

Betalî, hejarî û destengî û nebûna dahatê girîntirîn sedemên telaq vergirtinê tên hesabkirin.