Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyên Heşda Şeibî bi berdewam têne bombebaran kirin

11:57 - 10 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Binkeyekî çekdarên Heşda Şeibî li ser sînorê Îraqê û Sûriyê ji aliyê balafirên şer ve hat bombebaran kirin.

Pêka nûçeyên belav bûyî, roja Duşemî 18`ê Xermanan, binkeyekî çekdarên Heşda Şeibî ya Iraqê li ser sînorê navçeya El-bu Kemal a başûrê rojhilatê Sûriyê hate bombebarankirin.

Ew binkeya Heşda Şeibî bi razîbûna rejîma Sûriyê ve li ser sînorê di navbera wan her du welatan de û li axa Sûriyê bi serpereştiya Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê ve hatibûn danîn.

Ew Bombebarane ji aliyê balefirên şer ên nenaskirî ve pêkhatiye, û pêka nûçeyên belavbûyî tê gotin ku du cenazê fermandeyên paye bilind ê Spaha Gudis û çendîn cenazên din ê leşkeriyên Spaha Qudis hatine dîtin.

Heya niha Spaha Pasdaran di vê derheqê de tu daxûyaniyek nedaye.

Her di vê pêwendiyê de, li meha Tebaxa 2019`an, gelek binke û baregehên Heşda Şeibî û Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, li navçeyên cuda yên Îraqê ji aliyê balafirên şer ve hatibûne bombe barankirin.