Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêz Hicrî di gotubêjek bi Kurdistanê re: Pilatforma han yekrêzî û yek daxwaziya hêza Kurd û yekîtiya wan nîşan dide

14:14 - 9 Îlon 2012

Midehek berî niha pilatformek hevpar di navbera PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş ên Kurdistana Îranê de hat vajo kirin. Li dor giringiya mijara han, me bi hewce zanî ku gotubêjekê li vê derheqê de bi birêz Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê re pêk bînin.

Çend sale bas ji vê yekê tê kirin ku hûn hewil didin di gel aliyên din ên rojhilata kurdistanê bereyek hevpar pêk bînin yan jî pilatformek hevpar vajo bikin. Heyamek berî niha di navbera PDK Îranê û Komelê de pilatformek hat vajo kirin. Hûn girîngî û hewcehiya vê rêketinê bo çi vedigerînin?
Hewlên PDK Îranê bo pêkanîna yekrêzî û xebata hevpar bi dijî Komara Îslamî li navbera hêzên opozîsyona Îranî û nemazê hêzên opozîsyona Kurd de vedigire bo salên despêka hatine serkara Komara Îslamî. Hewcehiya vê rêketinê ji vê yekê çavkaniyê digre ku:

Yekem: Serkut û tepeserkirina yek li dû yek ên hêzên neyare Komara Îslamî bo vê rejîmê bi hêsanî tê encam dayîn, lê hekî hemû bi hevre xebat û rikeberiyê bidomînin, rêjîm nikare wan serkut bike û li qada xebatê derbixîne.
Duyem: PDK Îranê li ser vê baweriyê bûye ku hevdem di gel ciyawaziyên di navbera hêzên neyar ên Komara Îslamî de, xalên hevpar ên zaf jî di navbera wan de hene ku dikarin li ser bingeha wan xalên hevpar, yekrêzî û yekîtiyê pêk bînin û li ser ciyawaziyan jî gotubêjan bikin û guh bidin hevdu heya ku xalên ciyawaz kêmtir bikin.

Di vê derheqê de PDK Îranê di destpêkê de heya niha weke heyeta Nûneratiya Gelê Kurd, Şêvra Netewî a Bergiriyê û niha jî di Kongireya Netewên Îrana Federal de di hevpeymaniyê de ye û rolek girîng li avakirina vê hevalbeniyê de lîstî ye.

Tenanet hewla hevpeymaniya di navbera PDK Îran û Komelê de jî vedigere bo dehsalên 80’ ê rojî, lê wî çaxî bi sedema hin hokaran hevpeymanî bi encam negihîşt. Piştî Kongireya 13 ya partiyê û li gor rasipardeyên kongirê, car din me dest avêt got û bêjan di gel hejmarek zaf ji rêxistinên Kurdî, lê mixabin bi sedema hebûna Komek arîşeyan me nekarî bigehin tu encamekê, lê kosp û arîşeyên han em ji hewlên xwe xemsar nekirin. Eva bû ku salek berî niha dema ku guhertinên deverê û rewşa siyasî û abûriya Îranê xirabtir bû, hewcehiya pêkanîna pilatformek hevpar di navbera ev du hêzan de berçavtir û bileztr bû, lewma di vê demê de li dor hindek mijar û karên hevpar ên biçûk de me dest avêt gotûbêjan û bi xweşî ve bi awayek baş pêş ketin û di encama de, rêkevtinnameya han di navbera her du aliyan de hat vajo kirin û ragehandin. Ji niha pêve di çarçoveya pilatforma han de emê hevkariya hevdu bikin.

Gelo di gel partî û aliyên din ên Kurdistanî jî, li dor tevlîbûna bi pilatforma han pêwendî hatiye girtin?

Heya niha peywendî nehatiye girtin, belkî tenê pilatform hatiye ragehandin û hemû alî û xelkê Kurdistanê ji kakil û naveroka wê hatine haydarkirin û peywendî girtin bi aliyên dine re dimîne bo niha şûnde.

Di pilatformê de bas ji hevkarî li warên ragehandin, dîplomasî û …htd de hatiye kirin. Dikarin hinekê zêdetir vê yekê bo me şirove bikin?
Hekî bixwazim bi kurtî bersiva pirsyara we bidim, hewce ye bêjim ku Komele û PDK Îranê li ser hejmarek xalên hevbeş wek şikl û qewareya hikûmeta Îranê piştî nemana Komara Îslamî, mafê netewî yên gelê Kurd û netewên din ên Îranê, pirensipên navnetewî weke parastina mafên mirovî, azadî di hemû biyavan de û herweha selmandina vê rastiyê ku demokrasî û hemû mafên han bi hebûna rejîma Komara Îslamî nahên cî bi cî kirin, lewma bi eşkere di daxuyaniyê de hatiye ku rejîm dibe jinav biçe, her du alî xwedî nêrînek wekhev in û li gor daxuyaniya hevpar biryar hatiye dan ku nêrînên xwe ên weke hev, veguhezin nav kor û komelên navnetewî, partiyên siyasî ên rojavayî û Îranî.
Ev xalên han bi taybetî di îro rojê de li vî warî de girîng in ku hêzên biyanî û hêzên opozisyona Îranî ku em herdu alî li gel wan di peywendî û got û bêjan de ne, di cihê bihîstina boçûnên ciyawaz û hindek caran nateba û dûr ji hev ên hêzên Kurdî de, daxwaz û helwestên wekhev dibihîzin. Eva yekrêzî û yekdaxwaziya hêza Kurd û yekîtiya wan nîşan dide û pêtir guh didin daxwazên wan.

Hûn bandora rêketinnameya han li ser pêşeroja Rojilata Kurdistanê çawa dinirxînin?
Bi liberçav girtina vê rastiyê ku her yek ji PDK Îranê û Komelê dîroka xebata taybet bi xwe hene û di Kurdistana Rojhelatê de naskirî ne, rêkevtina di navbera wan de digel pêşwaziya bê wêneya xelkê Kurd bi giştî û xelkê Kurdistana Îranê bi taybetî berbirû bû, lewma li ser vê baweriyê me ku hêviyek nû bi xebat û pêşerojek rohntir dide xelkê Kurdistanê. Xelkek ku bi sedema veqetiyan û perçebûna partiyên Kurdî li Kurdistan Îranê di çend salên derbasbûyî de, di gel bêhêvîtiyê berbirû bibûn, lê bi vê hevalbendiyê cardin geş û dilxweş bûn û hest dikin ku pêvajoya veqetiyan û parçebûnan bi dawî bûye û cardin, yekrêzî û hevxebatî ku hewcehiya karê me yê siyasî di îro rojê de ye, dest pê kiriye.