Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Brian Hook”: Me tewahiya çavkaniyên malî yên Îranê yên bo piştevanîkirin ji terorîzmê qut kririne

13:24 - 16 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Berpirsê girûpa kiryarên li dijî Îranê, yê di Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê de  got ku, me tewahiya çavkaiyên malî yên Îranê yên bo piştevanîkirina ji terorîstan kirine armanc.

 “Brian Hook”,  di civîna roja Pêncşem15`ê Çiriya Paşîn ya digel “Benjamin Netanyahu”,  serokwezîrê Îsra`îlê  di “Urhsalim”ê de  got ku,  niha me bi zivirandina  dubare ya dorpêçên Amrîkayê yên li dijî Îranê, tewahiya çavkaniyên malî yên Îranê yên bo dabînkirina malî ya girûpên  terorîstî yên wekî “Hemas û Hizbulah”  û herwisa piroseyên zêdekirina bernameyên moşekî yên xwe  ku bo  gefxwerina li dijî aştî û nearamya  deverê, mifah jê werdigire kirine armanc”.

 Li gorî gotina  “Brian Hook”,  Amerîka hewl dide da ku, di hevkariya hevalbendan û şirîkên xwe, bi kempêynê, givaşên herî zêde bixîne ser Îranê, û  ev jî bo guherîna “reftarên  têkderane” yên wî welatî di deverê de berdewam bike.

  Herwisa “Benjamin Netanyahu”, serokwezîrê Îsra`îlê di vê civînê de, bas ji hêza dorpêçên ku dewleta “Donald Trump”, yên li dijî Îranê ragehendiye,  kir.

 Her di vê pêwendiyê de “Benjamin Netanyahu” got ku: “Eva girîngtirîn tişte ku, li dijî  êrîşên bihêz yên  di deverê de bo paşve vekişandinê bin, hatiye encam dan”.

 Armanca serdana “Brian Hook” bo Rojhilata Navîn,  bo pêşvebirina stratîjiya  serkomar “Trump”  ya li dijî Îranê, û zêdekirina givaşên herî zêde li dijî Tehranê, bi merema berxwedanîkirin li hemberî siyasetên têkderane, û alozî yên wekî, bernameyên gefxwerinê yên navikî, piştevanîkirina ji terorîzmê û reftarên din yên Îranê yên derheq nearamkirina deverê ye.