Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Brîtaniya Daxaza li cîhanê kir ku tevlî hevalbendî a parastina tenahiya kendavê bin.

14:19 - 31 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê karûbarê derve yê Birîtaniya, di daxûyaniyekê de dixwaz ji Civatgeha Cîhanî kiriye ku, piştgîriyê ji Hevalbendiya Gemîvanî li geviya Hurmozê bikin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Înê 8`ê Xermanan, Wezîrê karûbarê derve yê Birîtaniya “Duminîk Rab” (Dominic Raab), daxwaz ji welatê Ewropayê kir ku tevlî Hevalbendî ya parastina ewlehiya kendavê bin.

Navbirî ragihand ku, ezê cehda xwe bikim ku digel welatê Ewropayê di vê derheqê de biaxivim û piştivaniya wan bona wê hevalbendiyê rabikêşim.

Herwisa navbirî got, ezê di serdana xwe a bo welatê Fînlendê de, wê pirsê digel wan bînime ber bas.

Her di wê pêwendiyê de, Filûrans Parliy, Wezîra Berevanî ya Firansa yê jî got: Parîs ji bona parastina ewlehiya kendavê, bi tewavî hêza xwe ve, piştîvaniyê ji beşdariya Yekîtiya Ewropa bike.

Qirare Wezîrên Welatên yekîtiya Ewropayê bona baskirin li derheq parastina ewlehiya Kendavê û bernamên Navkî a Îranê bicivin, ew civîne dê di bajarê Hêlsinkî ya Paytexta welatê Finlendê de bi rê ve biçe.