Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakek kedkariyê: Di destpêka werza Payîzê de pêlek bêkariyê di rê de ye

22:40 - 28 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Çalakek kedkariyê bi ragihandina vê ku sedema mezin a yekeyên di kirîzketî ên welat seba nebûna birêvebiriya dirust e, dibêje: Di dawiya sê mehên Havînê de pêla bêkariyê zêde dibe.

Elî Dêhqanîkiya çalakê kedkariyê, li gel nûçegihaniya Îranê got: Hawirdekirina zêde a kalayên Çînî û nebûna piştevaniya hewce ji yekeyên berhemanînê bûye seba bêkariyê.

Navbirî ragihandina nedirust di zemîneya pêkanîna derfetên karî rexne kir.

Dêhqankiya dibêje: Ji bo ku me karîbe amarek û zanyariyek dirust ji bêkarî û derfetên karî di parêzgehan de hebe, gerek ji xwedî malbatan bihê pirs kirin ku çend kes ji endamên malbatên wan bêkar in û di helwa peydakirina kar de ne, wê demê amarek dirust ji bêkarî û derfetên kar di Îranê de dikeve dest.