Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyeke teblîxî derheq destanrêsiya Qereseqelê bi rê ve çû

15:27 - 16 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Di salvegera destanrêsiya Qereseqelê de, rêvîng û dersxwanên mekteba Pêşewa, di cihê wê destanrêsiyê de çalakiya teblîxî bi rê ve birin.

Li gora nûçeya ku gihîştitemalpera “Kurdistanmedia”yê, têkoşerên Demokrat, bi boneya salvegera şehîdên hemaseya qereseqela Şinoyê, çalakiyeke teblîxî  bi rê ve birin, û peyman digel rêbaza şehîdan nû kirin.

Di vê çalakiyê de têkoşerên Demokrat soza xwe nû kirine ku ewê dirêjîderê riya pirr ji serwerî ya şehîdan bin, heta gihîştina bi armancê wan.

Di sala 1395`an de tîmek ji pêşmergeyên PDKÎ di gundê Qereseql a Şinoyê digel hêzên rejîma dagîrker û terorîst ya Îranê rastî şer û pevçûnan hatin, ku di vî şerî de pêşmergeyan destanrêsiyeke bêhempa afirandin, û gellek caş û pasdar û kirêgirtî kuştin, yan jî birîndar kirin.