Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên bangewazî li Kurdistanê berdewam in

12:46 - 27 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Hizba Demokrat, di bajarên Kurdistanê de, çalakiyên berfireh yên bangewazî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Tekoşerên Demokrat li bajarê “ Gwêktepe”, ya girêdayî devera şarwêran a ser bi bajarê Mihabad û li gundê “Qelatereş”, a ser bi bajarê Pîranşarê, li nêzîk bûna 30.min salroja terorkirina rêberê hertim zîndî yê gelê Kurd, “Dr. Qasimlû” û bo piştevanî kirin li HDKÎ, çalakiyên bangewazî lidar xistin.

Endamên Hizba Demokrat, li bajarê “Gwêktepe”, bi nivîsêna siloganên wekî, “bijî Qasimlû û Qasimlû rêya te berdewame” Çalakiyên bangewazî lidar xistin.

Hewdem, tekoşerên Demokrat li gundê “Qelatereş” a girêdayî bajarê Pîranşarê, bi nivîsîna siloganên: “Qasimlû di rêbaz xwe de zîndiye, Qasimlû rêya te berdewame û Rasan berdewame” çalakiyên bangewazî birêve birin.

Hemû salekî di dema nêzîkbûna salroja terorkirina rêberê navdar ê gelê Kurd, xelkê Kurdistan û tekoşerên Demokrat, çalakiyên bangewazî ên cuda bo mehkûmkirina terorîzma navneteweyî ya komara Îslamî birêve dibin û peyman digel rêbaza Şehîdên Kurd û Kurdistanê nûdikin.