Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên banghêjî berdewamin

18:02 - 13 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ bi hilkefta 74`emîn salvegera avabûna PDKÎ, Çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, tekoşerên Demokrat li “Şaredê û Nê” ya hertim Demokrat a girêdayî bajarê Merîwanê, bi daligandina Alaya Kurdistanê û logoya rengîn a PDKÎ, li çiyayê “Mîracî” ku zale di ser avahiyên “Berî Begzade” de, 74`enîn salvegera damezrandina PDKÎ bilind nirxandin.

Herwisa roja Şemî rêketa 19`ê Gelawêjê, di çalakiyekî din de, li bajarê Merîwanê, hejmarek tirakt û posterên taybet bi hilkefta 25`ê Gelawêjê, salvegera avabûna PDKÎ, li cihên wekî: “Seyrangeha Kela Îmam û ser rêya çemê Komasî û Canewere” ji aliyê emegnasên rêbaza Demokrat ve hetine belavkirin.

Her di vê derhegê de, xebatkarên Demokrat li bajarê Kakoyê şehîd û li ser kûpika Awiyera çepera Aşiqên azadiyê û di nav dilê hezkiriyê azadiyên bajar de, yada 25`ê Gelawêjê bilind nirxandin.

Xebatkarên Demokrat li bajarê Sine bi belavkirna trirakt û posterên taybet bi vê rojê li cihên wekî: “Meydana Îqbal, Pira Firdusî, şeqama Firdusiya pêşiya Sînemaya Behmen” û herwisa bi daliqandina Alaya Kurdistanê û axabano û bi nivîsîna silogan û herwisa belavkirina sirûda şoreşgerane û xwindina peyamek bi nîşaneya rêz û wefadarî bi rêbaza Demokrat, yada vê rojê bilind nirxandin.

Herwisa Pêşmergên Bajarê li gundê “Quroşawê” a ser bi bajarê Şinoyê, bi belavkirina tirakt û posterên taybet bi vê yadê, belavkirina sirûdên şoreşgerane, emegnasî li hemberî rêbaza PDKÎ nîşan dan.

Herwisa xakîpoşên çepera bajar li “Mêraw” a hertim Demokratperwer, di çalakiyên berfireh de, komek tirakt û poster û siloganên taybet bi yada damezrinda PDKÎ, çendîn paket nuqil û şêrînî li cihên cuda belav kirin.

Siloganên wê çalakiyê wiha ne: “Pîroz be avabûna 74`emîn salvegera PDKΔ, PDKÎ bingeha komara Kurdistanê ye, PDKÎ Alahilgira xebata Neteweyî-Demokratîka xelkê Kurdistanê ye, PDKÎ Partiya tev xelkê Kurdistanê ye, 25`ê Gelawêjê remza rabûna xebata neteweyî-Demokratîk a gelê Kurd e”.

Ew cihên ku çalakiyên banghêjî lidar xistibûn wiha ne: “Qutabxaneya Dr. Qasimlo, dermangeha Awayî, Dêhyara Awayî, kolana Kobanî û çendîn kolanên din ên awahî”.

Her bi vê meramê û wêcarê di bajarê Pîranşar de, çavnetrisên Demokrat bi nivîsîna silogan û belavkirina wan di nav bajar de, ev yade pîroz bilind nirxanidin.

Siloganên wê çalakiyê wiha ne: “Pîroz be 25`ê Gelawêjê, salvegera PDKÎ, PDKÎ diruskirina tevgera milî-Demokratîka Kurdistana Îranê ye, berdewam be rêbaza Qazî, Qasimlo, Şerefkendî, bijî xelkê Kurdistan ku piştevanê rasteqîneyê PDKÎ ne”.

Herwisa roja Duşemî 21`ê Gelawêjê, xortên Terexa serbilind, bi pêşwaziya yada 25`ê Gelawêjê ve çûn û bi belavkirina tirakt û poster û nivîsîna silogan li gundên “Gogcelê û Mişîr ava” û bi gotina peyamekê emegdariya xwe bi rêbaz xwe ve nîşan dan.

Di berdewamiya wan çalakiyane de û bo bilind nirxandina ev yade, xebatkarên Demokrat li gundê “Nicê” a ser bi Jaweroya Merîwanê, agirek bo gerimragirtina yada Gelawêjê hilkirin.

Herwisa, emegnasên rêbaza şehîdan, li Goristanê “Girdewan” a ser bi devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, bi serdana girseya şehîdên Kurdistanê û hildana Alaya pîroz a Kurdistanê, peyman digel rêbaza şehîdan nûkirin û emegnasiyên xwe bi rêbaza wan re nîşan dan.