Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên banghêjî ên rêvîngên rêya Qasimlo berdewame

13:49 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Çalakiyên endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 22`ê Pûşperê, di bajarên Kurdistanê de, dom dike.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya 22`ê Pûşperê, salvegera Şehîdkirina “Dr. Qasimlo û hevalên wî”, bi rê ve birina çalakiyên corbicor, rêz li wê rojê girtin û peymana emegnasya xwe bi rêbaza Şehîdan re nûkirin.

Endamên Hizba Demokrat di bajarê Mehabadê de, bi hilkefta 22`ê Pûşperê, 30`mîn salvegera terora “Dr. Qasimlo û hevalên wî”, di peyamekê de, yad û navê Şehîd “Dr. Qasimlo” bilind nirxandin û bo carek din peymana emegnasiyê digel rêbaza rewa û amancên rêberên Şehîd ”Qazî û Qasimlo û Şerefkendî” û tev Şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê nûkirin, û ew kiryara teroristî a rejîma Îranê jî şermezarkirin û bo carek din,  amadebûna xwe bo her core biryarekê nîşandan.

Hevdem, qehremanên Demokrat di bajarê Sine de, li cihên wekî: Nezîkê zanîngeha Peyama Nûr, Şareka Endîşe û Şareka Wermeqanî a Spaha Pasdaran, bi hildana alaya Kurdistan û belavkirina tirakt, poster û wêneyên “Dr. Qasimlo” bi awayek berfireh çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Bi vê hikeftê, qutabiyên tekoşer ên rêbaza “Dr. Qasimlo” ê nemir, çalakiyên berfireh yên banghêjî encamdan û ew kiryara teroristî a rejîma Îranê jî şermezarkirin.