Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên netirsane ên teyrên Demokrat, çokên dojmin diçewîn e

17:36 - 25 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Teyrên Demokrat li bajarên Kurdistanê, bi çalakiyên berfirehên xwe ên piropagendeyî, kela hejanoke dojmin dihejîn in û bajar dikine meydana qehrimanetiyê.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 3`ê Pûşpera 1398`an, carek din teyrên PDKÎ, bixurtir li cara wekî hemû dem armancên xwe diyarîkirin, û bêşik misoger û serkevtîtir, di halekê de ku rejîma terorîst a Îranê, ku di tirsa çalakiyên tekoşerên Demokrat de, bajar û deverên Kurdistanê bi anîna çaş û sîxorên xwe militarize kirine, çavnetirsên Demokrat kar û erkên xwe bi netirsane lidar xistin.

Di wê çalakiyê de ku, li “Palingan” û derdora bajarê Kamiyaranê û hemû “dever û gund û rêyên bajarê Kamiyaran û Sine” bi nivîsîn û encam dan û belavkirina poster û logoyê hêza Pêşmergê Kurdistanê û logoya PDKÎ û wêneyên rêberên nemir “Qazî, Qasimlû û Şerefkendî” bi rê ve birin.

Ew cihên ku çalakiyên piropagendeyî lidar xistin wiha ne: “Dejin, Wêzne, Kaşter, Tengîwer, Merqedî Hezretî Ekaşe, Zîwîye, Tîleko, hemû rêyên fermî ên bajarê Kamiyaranê, Mile Mirwarîd, Lon Sadat, Çirosane, Geşkî û derdora seytera lêkolînê ya rejîma Îranê, Kordereya Xoreta, Korderey Nisar, Tirwerîz, Asawle, Yexte Xan, Kole Sare, Keçele, Wamsane û Masan”.