Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên tebilîxî bi boneya 22`ê Pûşperê dom hene

18:14 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ di navxweyî welat de, bi encamadana kar û çalakiyên tebilîxî, peyman digel şehîdên “Viyenê” nû kirin.

Li gorî nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, di bajarê Kirmaşan û gundên bajarê Seqizê de, bi boneya 29.mîn salroja terorkirina “Dr.Qasimlo” û hevalên  wî, çalakiyên tebilîxî hatin encamdan, û peymana emegnasiyê digel şehîdên Kurdistanê nû kirin.

Di bajarê Kirmaşanê de cihên ku çalakiyên tebilîxî encamdane wiha ne: “Kolana Hafiz a Kirmaşanê, û bajaroka Rûdekî”.

Herwisa xebatkarên PDKÎ, di gundên “Qarawa” û “Karêze” ya girêdayî bajarê Seqizê de jî, çalakiyên tebilîxî encam dan.