Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên tebilîxî di Kurdistanê de dom hene

12:37 - 20 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, ji bo piştevanîkirin ji xebata neteweyî ya gelê Kurd û PDKÎ, bi rengên curbicur çalakiyên teblîxî encam didin.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat di bajarê Mehabadê de di pêwendî digel çalakiyên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di navxweyî welat û xebata Rasanê, çalakiyên teblîxî lidar xistin.

Di vê çalakiyê de, desteyek pêşmergên bajêr di çiyayê “Xwedaperest” de çalakiyên teblîxî encam dan, û peyama xwe ji bo xelkê bajarê Mehabadê belav kirin.

Di vê çalakiyê de komek siloganên weke: “Silav li hemû şehîdên riya azadiya Kurdistan”, bi taybet şehîdên PDKÎ, “silav li Rasanê” hatibûne nivîsîn.

Pêşmergên bajêr peyameke nivîskî, ji bo xelkê Kurdistanê belav kirin ku deqa vê wiha ye:

“gelê Kurd ê Rojhilat baş bizanin ku “Rasan” dome heye, û azadiya Rojhilat jî gellek nêzîk e, ji we hêvî dikin ku piştevaniya pêşmergên PDKÎ bikin, çimku pêşmerge û gel bi bê yektir tu wateya wan  nînine”.