Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên tebilîxî li Kurdistanê berdewam in

13:41 - 26 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ çalakiyên tebilîxî lidar xistin.

Şeva 5 li ser 6`ê Banemerê, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Merîwanê, bi belavkirina tirakt û postêrên taybet çalakiyên tebilîxî lidaristin.

Têkoşerên Demokrat li bajarê Merîwanê, trakit û postêrên taybet pêşwazî li peyama Mistefa Hicrî Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ kirin ku rû li endamên Kurd yên li nav saziya Spaha Pasdaran a terorîst bû, ku li cihên wekî: Riya dinavbera Dizlî û Merîwan, riya Merîwan bo Seqiz, Bendava Garan, riya Merîwan bo sînorê Başmax, seyrangeha Bêlû, kanî xeyaran, derbenda Ddizlî, seyrangeha Biramava û herwisa li ser riya gundên wekî: Kal, Diga şêxan, Zelke, Siyanav û riyên Mêresûrê belavkirine.

Hevdem endam û alîgirên PDKÎ,li gundê Niyerê digel şehîdên riya azadiyê peymana xwe nûkirin.

Endam û alîgirên Partiya Demokrat, li gundê Niyer a girêdiy Jawaro a ser bi Sine bi danîna alaya Kurdistanê, cemedanî û wêneyên şehîdan careke din peymana xwe digel rêbaza şehîdan nûkirin.