Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi boneya 26`ê Xermananê berdewam dikin

18:43 - 18 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Xebatkarên Demokrat bi armanca peyman nûkirina digel rêbaza şehîdên Kurdistanê, li gundê “Nê” ya Demokrat çalakiyên teblîxî encam dan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ li gundê “Nê” a hertim Demokrat bi boneya 26`ê Xermananê wêneyeke mezin ê Doxtorê hertin zindî Dr. Şerefkendî li ser tabloya serekî ya gundê “Nê” hildan.

Ev tabloya bû cihê keyfxweşiya xelkê gundê “Nê” û hevdem ciwanên gundê “Nê” jî,  bo çendimîn caran peymana xwe digel rêbaza şehîdên Kurdistanê nû kirin û gotin ku heya gihîştin bi armancên rêberên mezin yê xwe, dev ji xebat û têkoşînê ber nadin.