Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî derheq roja pêşmergê Kurdistanê dom hene

12:04 - 12 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ li çendîn bajar û navçeyên cur bi cur ên Kurdistan û Îranê bona piştevaniya ji Hêza Pêşmergê Kurdistanê çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

 Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, qehremanên Demokrat li bereberê hatina roja Pêşmergê Kurdistanê li nav bajarê Mehabadê û gundê Xurxure bi belavkirina tirakt û posterên taybet bi roja Pêşmergê Kurdistanê rêz ji roja Pêşmergê Kurdistanê û xebata xortên çavnetirs ên gel girtin.

Di van çalakiyan de, bi diruşmên wekî “Bijî PDKÎ, Bijî Rasan, Ez jî piştevanê Pêşmerge me, û pîroz be 26`ê Sermawezê”, emegdariya xwe bi Hêza Pêşmergê kurdistanê nîşan dan.

Ji aliyekî din ve pêşmergeyên bajar, li bajarê Pawe bi nivîsîna diruşmên wekî “pêşmerge milê biqavet ê gel e”, li ser bilindahiyên vî bajarî, pîrozbahî li Hêza Pêşmergê Kurdistanê kirin, û peymana emegdariyê digel rêbaza şehîdan dubare kirin.

  Hevdem xortên Demokrat li bajarê Merîwanê de bo cara çendê, di du hefteyên borî de çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.

Di vê çalakiyê de bi diruşmên wekî:

“Pêşmerge nasnameya gel e, dengê şêrane ê pêşmerge li çiya û bajar hêviya dilê gel e”, piştevaniya xwe ji Hêza Pêşmergê Kurdistanê nîşan dan.

Di doma van kar û çalakiyan de, li bajarê Tehranê jî çalakiyên teblîxî bi rê ve birin, û peyman digel pêşmerge nû kirin.