Kurdistanmeda: Çalakvanên medenî û oliyên Kurd ên bajarê Urmiyê banghêjiyek li derheq ciwanî Kurd ê tiknîsiyena hawarhatinê ku ji aliyê îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîste ve hatibû desteserkirin belav kirin.
Banghêjî wiha ye:
Çend roj berî niha, îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîst, ciwanekî Kurd ê tiknîsiyena hawarhatinê yê bi navê “Riza Rizwanpûr” bi sedema ku zimanî Tirkî neaxavtiye desteserkirine, ew hêzane dixwazin yekbûyî û beranberî di Urmiyê de lekedar bikin.
Em wekî çalakvanên medenî û olî ên Kurd banghêjiya hemû xurtekî Kurd di bajarê Urmiyê de dikin daku bi wî karî han, sibê piştî nimêja Înê, xwenîşandanan bikin.
Ewe yekim car nîne ku hêzên ewlehî û saziyên hikûmetî di bajarê Urmiyê de bi awayekî dijî Kurd destdiavêjine bi binpê kirina nasnamya Kurd, û ji vê aliyê ve aloziya neteweyî dirust dike, di salên borî de, hêzên ewlehî û hêzên rejîmê bi sîstimatîk jêbirkirina nasnameya Kurd di Urmiyê de kirine, û an jî rêûresmên ku di Urmiyê de têne lidarxistin, û bi zeqkirin û mezinkirina hesta neteweyî yên hevwelatiyên Tirk dest diavêjine bi jêbirkirin û haşakirin li nasnameya Kurd di bajarê Urmiyê de.
Helwêsta çalakvanên medenî û olî di bajarê Urmiyê de heya niha li ser tîfaq û hevbendiya Kurd û Tirkan hatiye tekezkirin, lê ev tekeza tifaq û hevbendî bi wataya teslîmbûn li hemberî zilm û haşakirin li nasnameya Kurd di bajarê Urmiyê de nîne.
Herwisa em wekî çalkvanên medenî û olî daxwazê ji hemû Kurdên bajarê Urmiyê dikin da ku, roja Înê rêketa 11`ê Gelawêja 1398`an, hevdem digel dawî hatina nimêja Înê, hemû bi hev re bêne ser kolanan û xwenîşandanan bikin.
Çalakvanên medenî û oliyên Kurd ên bajarê Urmiyê