Kurdistanmedia: Çalakvanên medenî û siyasî yên Kurdistanê, di daxuyaniyekê de, daxwaz ji xelkê kirine, ku roja Şemiyê derheqê mirina Duniya Weysî de meşeke nerazîbûnê lidar bixin.
Piştî mirina Dunya Weysî, bi sedema herifîna dîwarê xwendingehê bi serê wê de, şîpeleke nerazîbûnên çalakvanên medenî û siyasî di torên civakî de li hemberî xemsariya berpirsên rejîmê derheq parastina canê dersxwanan de,dest pê kiriye.
Çalakvanên medenî bi rêkixistina heştega “Dunya Weysî, ewlehiya bingehîn û … hwd, siyasetên rejîma faşîst ya Îranê rexne kirine”, û nerazîbûna xwe lihemberî mirina dilêş ya wê zaroka Kurd anîne ziman.
Her di vê pêwendiyê de, hejmareke zêde ji çalakvanên medenî û siyasî yên Kurd di daxuyanyekê de, roja Şemiyê wekî roja nîşandan nerazîbûna xwe li hemberî mirina Dunya Weysî, destnîşan kirine.
Di vê daxuyaniyê de, daxwaz ji xelkê Kurdistanê hatiye kirin da ku, roja Şemiyê demjmêr 10:00`ê sibezû, bi kombûna li pêşberî deriyê avahiya Perwerde û Hînkirinê ya bajarê Sine nerazîbûna xwe li hemberî xemsariya rejîmê derheq çêkirina baş û qahîm û ewle ya xwendingehan de nîşan bidin.
Dunya Weysî temen şeş salî xelkê gundê Germaş ya girêdayî bajarê Sine bû, ku di roja cîhanî ya zarokan û yekem roja dersxwandina xwe de, bi sedema herifîna dîwarê xwendingehê bi ser wê de, cane xwe ji dest da.