Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çardehemîn fistîvala şano a ser şeqam di bajarê Merîwanê de dawî pêhat

13:54 - 28 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Çardehemîn fistîvala navdewletî a şanoya ser şeqam li bajarê Merîwanê, piştî derbasbûna 5 rojan û bi amadebûna 11 welatên cîhanî, li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, dawî bi karên xwe anîn.

Fistîvala şano a ser şeqam di bajarê Merîwan de ku li roja 1`ê Xermanan destpêkir, û roja Sêşemî 5`ê Xermanan bi destnîşankirina serkevtî a fistîvalê, di rêûresmeke taybet de dawî pê hat.

Rêûresma dawîhatina wî fistîvalê, di salona “Nişat’ a ser bi bajarê Merîwanê de hate lidarxistin.

Çardehemîn fistîvala şano a ser şeqamên bajarê Merîwanê, bigiştî 86 pêşandan li 28 girûpên navxweyî ên Îran û 10 girûpên derveyê Îranê jixwe girtibû.

Yekemîn roja fistîvalê bi pêşandana girûpeke Îtaliyayî li parka “Şano” a bajarê Sine detpêkir. Di roja duhem de, 15 pêşandan, roja 3`emin 31 pêşandan û di roja dawî de, 7 berhem li bajarê Merîwan bo amadebûyên fistîvalê pêşandan.