Kurdistanmedia: Xelkê tekoşer ê Demokrat li bi rê ve birina çalakiyên baghêjî û pîrozbahiya cejna 25`ê Gelawêjê berdewamin.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, komeke kesayetî, mamosteyên zanîngeh û xwendekarên Rojhilatê kurdistanê bi hilkefta 25`ê Gelawêjê, rêûresmek bi rê ve birin.
Ew kesayetî û mamosteyane li çiyayê Dalanper a bajarê Urmiyê, civîn pêk anîne û pîrozbahî li Partiya Demokrat kirin.
Di zanîngehên Kurdistan û Îranê de, Mamoste û xwendekarên Kurd, pîrozbahiya cejna 25`ê Gelawêjê kirin û piştevaniya xwe ji Partiya Demokrat û xebata rewa a Hizê re nîşan dan.
Di heyama rojên derbasbûyî de, tex û qatên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê bi awayê cuda pêştevaniya xwe ji Partiya Demokrat re nîşan dan.