Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cêjna 2`ê Rêbendanê li welatê Norwêjê de, wê bi rê ve here

12:23 - 10 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Komîteya Norwêjê ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bo bilindnirxandina yad û bîranîna 73.emîn salvegera Komara Kurdistanê, daxûyaniyek belav kir.

Deqa wê daxûyanê wiha ye:

Bi boneya 73.emîn salvegera damezirandina Komara Demokratîk a Kurdistanê li sala (1946), li bajarê Osloya pêtexta welatê Norwêjê di rêkefta 19.01.2019`an a Rojî, cêjneke bicoş wê bi rê ve here.

Endam û alîgirên Hizba Demokrat û hevdem xelkê Kurdistanê yên akincî di welatê Norwêjê de, em wan haydar dikin ku ji bo pîrozkirin û bilindnirxandina yad û bîranîna Komara Kurdistanê beşdariyê di wê cêjnê de bikin.

Hatin ji bo hemûyan e, û her ji niha ve, em bixêrhatina we dikin

Bi spas ve

Komîteya Giştiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di welatê Norwêjê