Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend aliyên Eweropayê ên Bercamê: Îran dibe li sozên Bercamê paşvenekişe

13:38 - 14 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Yekîtiya Ewropayê digel Firansa, Alman û Birîtaniyayê, daxaz ji Îranê kirine ku digel Ajansa navneteweyî ya Navkî li hemû mijarên pêwendîdar bi awayekî giştî alîkarî bike.

Roja Înê 23`ê Xermana, aliyên Ewropayê yên Bercamê, bi weşana daxûyaniyekê, nigeraniyên xwe li derheq sozên rejîma Îranê li Bercamê dane zanîn û daxwaz ji Îranê Kirin ku, li ser hemû sozên xwe yên Bercamê pêbend bimîne.

Di wê daxûuaniyê de hatiye ku, Ajansa Navneteweyî ya Vizeya Navkî pejirandiye ku, rejîma Îranê di bajarê Netenzê de, Santirîfiyujên nû bikar anîne.

Di daxûyaniya aliyên Ewropayî ên ku Bercam wajokirine hatiye ku: “Em piştevaniya Bercamê dikin û em daxwazê ji Îranê dikin bila dest li binpêkirina wî rêkevtinê bikişîne û pê bendê wê rêketinê be”.

Rêketina Bercamê nêzî saleke bi bê Amerîkayê maye, Amerîka di Gulana 2018`an de, li wî rêketinê hate derê û dorpêçên aborî ên nû li dijî rejîma Îranê pejirand, lê çend deweltên Ewropayî ên Bercamê nigeraniya vê yekê ne ku rejîma Îranê jî di wê rêketinê bê derê û disan dest bi çêkirina bomba Navkî bike.