Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend hevwelatiyên Kurd ji aliyê poîsê Tirk ve hatin kuştin

16:34 - 17 Kanûna pêşîn 2015

Kurdistanmedia: Çend hevwelatiyên Kurd li Bakaura Kurdistanê ji aliyê polîsê Tirkiyê ve hatin kutşin, û birîndarkirin.

Li gora raporên ku hatine belavkirin, roja Çarşemiyê 16.12.2015’an di encama êrîşa hêzên polîsê Tirkiyê ve, li bajarê Nisêbînê ciwanekî Kurd bi navê Husên Ehmed hate kuştin, û zarokekî temen 12 salî jî bi navê Îbrahîm Bulca birîndar bû.

Li bajarê Amedê li bakura Kurdistanê de jî, hêzên polîsê Tirkiyê ciwanekî Kurd bi navê “Mehmûd Aktagan” temen 27 salî bi gulleberdana rasterast birîndar kirin, û niha rewşa saxlemiya wî nebaş e.

Her di vê derheqê de li bajarê Silopiyê jî hemwelatiyek Kurd bi navê Husên Guzel di encama topbarankirina mala wî, ji hers û nerehetiyan, bi kirîza dil canê xwe ji dest daye.

Hêzên Tirkiyê bi tankê êrîşî ser mal û halê wî hemwelatiyê Kurd kiribûn, û mala wî û çend malên derdorê bi tewahî kavil kirin.

Di doma êrîşên hêzên ewlehiyê de, li bajarê Cizîrê de jî jineke Kurd hate kuştin. Navbirî ku navê wê, “Hedîve Şen” bû, li bajarê Cizîrê de bû armanca gulleyan û jiyan xwe ji dest da. Navbirî diya du zarokan e.

Di doma şer û pevçûnên di navbera PKK û hêzên dewleta Tirkiyê de berdewam şer û pevçûn di nav bajaran û derdora bajaran de rû dide, û qedexeya hatûçûnê tê ragehandin, lê xelkê van herêman berbirûyê van biryarên dewletê dibin, lewra şer û alozî derdikevin û xelkê medenî jî jiyana xwe ji dest didin.