Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezaya “Ne diyar” ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve hate dayîn

20:14 - 23 Çirriya paşîn 2015

Kurdistanmedi: Cêyson Rêza’iyan Rojnamevanê Îranî – Amerîkayî ku heyamê 17 hevan watê berwarê 31’ê Pûşpera sala 1393’an a Rojî li Tehran a serbajarê Îranê hatibû binçavkirin, bi tometa sîxorî ya bo welatê Amerîkayê, ji aliyê rejîma Îranê ve bi cezaya “Ne Diyar” hate mehkûmkirin.

Dihat texmînkirin ku Cêyson piştî lihevkirina etomî ya di navbera Rejîma Îranê û welatên Rojavayî de serbest bê berdan, lê berpirsyarên Dezgeha Dadweriya Îranê ragehandin ku, cezaya navbirî piştî 17 heyvan girtîgehê hatiye piştrast kirin û, cezaya Dezgeha Dadweriya Îranê derheq bi navbirî, “ne zelal û ne diyar e”.

Nawenda nûçegehaniya “Aso Şêytêdpirês”ê di raporekê de ragehand ku, Telewizyona hikûmetî ya Rejîma Komara Îslamî roja Yekşemiyê ragehand ku, Cêyson Rêza’îyan, rojnamevanê “Waşington Post”ê di encama tawanbarbûna xwe de bi sîxoriyê, bi girtîgeha “Ne Diyar” hate cezakirin.

Berdevkê Dezgeha Dadweriya rejîmê Xulamhusên Êjê’î cezaya Cêyson Rêza’iyan ragehand û got, “Bi Kurtî cezaya navbirî girtîgehe.

Şareza keysa navbirî wûsa şirove dikin ku, cezaya wî cezayeke bi tewahî siyasî ye û weke barimte girtinek yasayî ye û têkilîdar e bi lihevkirina di navbera Îran û Amerîkayê de. Karbidestên Îranê pêştir ragehandibûn ku, hekî Amerîka girtiyên Îranê ên ser bi rejîma Komara Îslamî di girtîgehên xwe de serbest berde, wî çaxî em jî dikarin girtiyên Amerîkayî serbest berdin. Bi vî awayê eşkere dibe ku cezaya diyarîkirî bo Cêyson Rêza’iyan girêdayî ye bi dema lihevkirina etomî ya wan du welatan û, dema sazan di navbera wan de derkeve holê, wî çaxî Cêyson wê serbest bê berdan.