Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihgirê Wezareta Hînkarî û Perwerde: Em 900 Milyard tûmenî bi maosteyan re deyndarîn

12:56 - 13 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Cihgirê Wezareta Hînkarî û Perwerde ê rejîma Îranê daye zanîn ku, ew Wezarete 900 milyard tûmen bi mamosteyan re deyndare û heya niha bo valakirina parê wan mamosteyan ti garantiyek nehatiye dan.

Pêka nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, roja Pêncşemî 21`ê Xermanan, Cihgirê Wezareta Hînkarî û Perwerde Alî Alahyar Turkemen di gotûbêjekê digel Ajansa Nûçegihaniya Tesnîm a ser bi Spaha Pasdaran gotibû: nêzî 900 milyar tûmen deyndarê mamosteyanin û me daxwaz ji Saziya bernama û bûdceyê kiriye ku di zûtirîn dem de wî pareyê vala bikin.

Her di wê derheqê de, mamosteyên xwendingeha di heyama çend meh berî niha de, bi sedema valanekirina perê wan, çendîn caran girev girtin û xwenîşandan encam dan.

Ji aliyek din ve jî, her bi wê sedemê rejîmê çendîn mamosta bi sedema nerizayetî nîşan dan û girev girtin, desteser kirine û heya niha jî çendîn mamoste di girtîgehan de ne.