Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civînek derheq çavaniya bikaranîna torên civakî hate lidarxistin

13:21 - 16 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Dezgeha Perwerde û Lêkolînê ya PDKÎ, civînek derheq çavaniya bikaranîna torên civakî lidar xist.

Roja Çarşemî 24`ê Banemera 1398`an, Dezgeha Perwerde û Lêkolînê ya PDKÎ, di çarçêveya kar û çalakiyên xwe de, civînek bo “Mihemed Sahibî” berpirsê Dezgeha Ewlehiyê yê PDKÎ, pêk anî.

 “Mihemed Sahibî” di vê civînê de basek tijî derheq mijarên han pêşkêş kir:

- Çavaniya bikaranîna torên civakî û zêdekirina asta zanyariyan di vê derheqê de.

- Xatircembûn li wan mobaîlên ku bikartînin û ji van “Aplication”ên ku dadinên.

- Agehdarbûn û nekevtina nav dafikên rejîma Îranê ku, li nav torên civakî yên wekî Facebook û … hwd, ku merema wan afirandina alozî û mijûlkirina takan jixwe digire.

-Çavaniya rûbirûbûna lihemberî pîlanên dijmin yên derheq afirandana şerê derûnî ku li dijî me bikar tîne.

Herwisa navbirî, çendîn pirsên girîng yên derheq torên civakî pêşkêşî amadebûyan kir.

Piştire, amadebûyên civînê, nerîn û ramanên xwe yên di vê derheqê de pirskirin û di dawiya civînê de jî, bersiva pirsiyarên amadebûyan ji aliyê “Mihemed Sahibî” hate dan û şirovekirineke zêde derheq ramanên amadebûyên hate kirin û civîn dewlemendtir kir.