Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî 20 salî li ber destengiyê xwe şewitand

12:59 - 12 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Di Îranê de ciwanekî 20 salî li ber rewşa xirab ya aborî, li ber deriyê Wezareta Kar xwe şewitand.

Ebas Kerîmî fermandê Yekîneya Parastina Fîzîkî ya Emakina Polîsê Pêşgîriyê ji Tehranê nûçeya xweşewitandina ciwanekî 20 salî li pêşberî avahiya Wezareta Kar piştrast kir.

Wî ragehand: Demjimêr 9`ê Sibezû bû ku hevalên me dîtin ku ciwanekî 20 salî bi tirombêla Tîba ya spî di kiryareke çaverênekirî de benzîn bi ser xwe de dakir, û agir berda xwe. Piştre ew bilez bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

Karnas û çavedêr radigehînin ku sedema serekî ya xwekujiyê di nava xelkê û bi taybetî gencan û kesên ku taze zewicî ne de, zêdetir destengî û zextên civakî, bi sedema nebûna azadiyên destpêkî ne.

Di meha derbazbûyî de heya niha aliyê kêm 11 hevwelatiyan xwe kuştine. Ew kesane pênc jin, nûciwanek, sê kes di şaristanên Serdeşt, Pîranşar, Merîwan, Bane, Riwanser, Bendera Turkemen, û Kirmaşanê de bûn. Sedema serekî ya xwekujiya wan kesan jî destengî, kêşeyên aborî, û kêşe û netebahiyên di nav malbatê de bûye.