Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên “Dizêya Mirgever” sersaxiyê dibêjne malbata Şehîd Selah

14:01 - 4 Adar 2018

Kurdistanmedia: Desteyek ji qehremanên Demokrat yên bajarê Urmiyê, bi boneya şehîdkirina heval “Sebah Rehmanî”, di peyamekê de sersaxiyê dibêjne malbata navbirî û PDKÎ.

Deqa peyamê bi vî rengî ye:

انا للە و انا الیە راجعون


Em ciwanên “Dizêya Mirgever” a girêdayî bajarê Urmiyê, ji riya medyayan ve haydar bûn ku, du endamên dilsoj yên PDKÎ û hevalên hezkirî ên me, bûne armanca hovane ya terorîstan, û her bi vê sebebê jî “Selah Rehmanî” birîndar dibe, û “Sebah” jî piştî birîndarbûnê tevlî karwana sorxelat a şehîdan dibe.

Em ciwanên “Dizêya Mirgever” a girêdayî bajarê Urmiyê xwe şirîkê vê xema kadr û pêşmergên PDKÎ, û bi taybet malbata wî şehîdî dizanin, û herwisa em hêvî dikin da ku Selah di demeke kurt de tendirustiya xwe bi dest ve bîne.

Ciwanên “Dizêya Mirgever” a bajarê Urmiyê

12.12.1396`an
03.03.2018`an