Kurdistanmedia: Bîst donim daristan û çîrîngehên bajarê serdeştdê di nav agirder şewitîn û agir haya niha jî, berdewame.
Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pêncşemî 10`ê Gelawêjê, bi sedema agirberbûna daristanên bajarê Serdeştê 50 donim daristan û çîrîngeh bûne bi ax.
Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ji malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihand: Ew agire demjimêr 3`ê piştînîvro destpêkiriye, û heya niha 50 dinim daristan û çîrîngehên bajarê Serdeşt û Rebetê di nav agir de bûne bi ax.
Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn, ew agirberbûne li daristanên gundên “Melaşêx, Bêzîlê û Şînwê” destpêkiriye û panatiya wê agirê ew qas zêdeye ku, heya niha jî nehatiye kontirolkirin.
Wê çavkaniya agehdar got: Çalakvanên jîngehparêzî yên bajarê Rebet û Serdeştê amadebûn û mijûlê agir temitrandinê bûn, lê gira agir bi qasekî zêde bû ku nekarîn kontirol bikin û navendên agirkoj û saziyên jîngehparêz ên girêdayî rejîmê jî, ji wir diyar nebûn.
Ew agire berfireh bûye û ber bi dêhatên Wawan, Binaw û Kirjal ve diçe.
Eve heyameke ku daristanên Kurdistanê dinav agir de dişewitin û hezaran hiktar daristan û çîtrîngeh hatine şewitandin û hezaran canjiber têde şewitîne.
Spaha Pasdaran a terorîst, bi hêncetên cuda jîngeha bajarên sînorî ên Kurdistanê dişewitîne û pêşî ji xelkên wan deveran digre û nahêle agir bitemirîn in.