Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cotkar û xanenişînan dîsan dest bi meşeke nerazîbûnê kirin

12:41 - 3 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Di doma meşêm nerazîbûnê li dijî bêdadî û zulm û stema deshilatdarên Îranê, duh jî cotkar û xanenişînan meşeke nerazîbûnê bi rê ve birin.

Di Îranê de rojane meşên nerazîbûnê li dijî zulm û zordariya rayedarên gendel ên rejîma Îranê bi rê ve diçin. Vê carê jî li Îsfefanê meşa nerazîbûnê ya cotkaran û li hemberî meclisa rejîmê jî meşa xanenişînan bi rê ve çû.

Serokê Navenda Bijardeyên Cotkarî ên Îsfehanê di vê derheqê de ragehand ku: Cotkarên Îsfehanî li dijkiryara bi axavtinên alîkarê yekem ê serkomar li ser pirsa Rûbarê Zayendêrûdê meşeke nerazîbpnê bi rê ve birin.

Li gora rapora ku “ILNA”yê belav kiriye Îsfendiyar Emînî serokê Navenda Bijardeyên Cotkarî ên Îsfehanê derheqê hûrdekariyên vê nûçeyê ragehand: Sedema vê meşa nerazîbûnê dijkiryar bû li hemberî gotinên Îshaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serkomar ku got: “Tenê bila mijara Zayendêrûdê kar li ser bê kirin”. Ew nûçe bû sedema rexneya cotkarên Îsfehanî. Li gora gotina şahidan jî, tenê daxwaza cotkaran wergirtina pişka ava xwe bûye.  

Ji aliyekî din ve hindek xanenişînan jî li ber deriyê meclisa rejîmê li dewra hevdu kom bûn û daxwaza hiqûqê xwe kirin. Ew xanenişîn, xanenişînên dewletî, leşkerî, û ên karûbarên civakî bûn.

Herwisa derheq vê rêjeya ku di bûdceya sala 1398`an de bo wan hatibû berçavgirtin, wan xanenişînan nîgeraniya xwe nîşan dan.