Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çuna deshilatdarên rejîmê û malbatên wan, bo Amerîka hate qedexekirin

10:22 - 26 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îranê û endamên malbatên wan êdî nikarin biçne Amerîka.

Donald Tiramp Serkomarê Amerîka roja çwarşemiyê 3 ê meha rezberê, biryarek wajo kir û ragihand ku dibe cewaza serdan û sefera deshilatdarên rejîma Îranê û kes û karên wan bête rawestan, da ku nekarin biçne nava Amerîka.

Tiramp li wê fermana xwe ya nu bi dijî rejîma Îranê de ragihandiye ku, bi berçaw girtina kiryarên rejîmê li dewera Rojhilata navîn û tevdanî û ne hêmin kirina dewerê û piştgîriya ji taqmên terorîstî, gelek bi qazancê Amerîkaye ku îznê nede deshilatdarên rejîmê û malbatên wan ku bêne Amerîka.

Serkomarê Amerîka li fermana xwe de, ragihand ku ew berahîk girtina ji deshilatdarên Îranê û malbatên wan bo Amerîka, çi bo serdan û sefer û çi bo mana li Amerîka ber dikevin.

Naha ev nîgeraniya bal deshilatdarên rejîmê çêbûye ku bi vê fermana Tiramp renge zarûk û malbatên wan ku li Amerîka diman yan dixwandin, ewjî bêne derxistin.