Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çûna torîstan bo Îranê %40 kêm kiriye

12:28 - 18 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Serokê Komîsyona Torîzmê ragehandie: %40 ji torên derekî ku dihatin Îranê, sefera xwe ya bo Îranê hilweşandine.

Serokê Komîsyona Torîzmê ya Odeya Bazerganiya parêzgeha Kirmanê ragehand: Piraniya firînên derekî hatine hilweşandin, û nirxa firînên navxweyî jî zêde bûne.

Li gora raporan, Mêhdî Siyaweşî Serokê Komîsyona Torîzmê ya Odeya Bazerganiya parêzgeha Kirmanê di kombûna hevpar ya heyeta serokatiya odeya bazerganiyê, û şêvra bilind ya bankan digel civata nûnerên parêzgehê got: %40 ji torên derekî ku dihatin Îranê serdana xwe bo Îranê hilweşandine, û herweha piraniya firînên derekî hatine hilweşandin, û nirxa firînên navxweyî jî yan hatine hilweşandin, û nirxa firînên navxweyî jî zêde kirine, lewra çûna torîstan bo welat kêm kiriye.

Navbirî herwisa ragehand ku piraniya wan torîstên ku têne parêzgeha Kirmanê Firansewî ne, ragehand: Parêzgeha Kirmanê hewcehiya wê heye bi hebûna firîneke navneteweyî ya rasterast û firîna bo navenda parêzgehan.

Bêguman di demekê de ku rewşa aboriya welat bi sedema siyasetên têkderane û birêveberiya şaş roj bi rojê xiraptir dibe, torîzm dikare roleke mezin di geşeya aborî de bilîze. Lê her ew rewşa xirab ya siyasî û nerazîbûnên berdewam û normalnebûna civakê, bandor li ser lawaziya pîşeya torîzmê dike.