Kurdistanmedia: Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê ya li bajarê “Stambol” ê, daxwaza azadkirina “Selahedîn Demirtaş” hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê, ji Turkiyê kir û dewleta Turkiyê bi tundî rexne kir.
Parêzerên hevserokê giştî yê berê yê HDPê Selahadin Demirtaş bi hinceta binpêkirina mafên Demirtaş ên azadî, ewlehî, darizandin û hilbijartinê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê da.
Herwisa dadgeha Ewropayê di vê derbarê de ragehandiye ku, armanc ji desteserkirina Demirtaş,berbestçêkirina bo piloralîzmê û sînordarkirina azadiyên siyasî ye, û herwisa wî siyasetvanî Kurd yê dijberê Hikûmetê, ji mafê berbijêrbûn û hilbijartin, û erk û wezîfeyên nûneratiya parilemantoyê yê xwe pêşî jê digirin.
Her di vê pêwendiyê de jî, dadgehê biryara xwe ya di derbarê “Selahedîn Demirtaş” de da û ragihand, ku girtina wî li dijî hiqûqa navxweyî û navdewletî ye û daxwaz kir, bo berdewamkirina girtina wî heta ku hincet û belgeyên nû neyên pêşkeşkirin, dibe di demeke herî nêzîk de were azadkirin.
Dadgeha Ewropayî herwisa di biryara xwe de da xuyakirin, ku mafên Demirtaş ên girtina dimdirêj û hibijartinê, û xala 18.emîn a Rêkevtina Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin.
Li gor biryarê Tirkiye dê 10 hezar euro qerebûya manewî û 15 hezar euro jî bo mesrefên doze bide.
“Selahedîn Demirtaş”, û nêzîkî 10 nûnerên din yên Partyia Demokratîk a Gelan (HDP) yên di parlemana Turkiyê de, li rêkefta 14`ê Xezelwera 1395`an (4`ê Çiriya Paşîn a sala 2016`an) di piroseya paqijkirin û desteserkirina berfireh ya Kodtaya 15`ê Tîrmeha vê sale, hatine desteserkirin.
Dewleta Turkiyê ev siyasetvanê Turkiyê, bi hebûna pêwendî digel Partiya Kedkarên Kurdistan(PKK), tawanbar kiriye.
Partiya (HDP) ji Tîrmeha sala 2015`an şûnda, di bin givaş û serkutkariyên hikûmeta Turkiyê de ye, û dadgeha Turkiyê di sala borî de jî, 4 sal û 8 meh cezayê hepsê bo “Demirtaş” birî.