Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgehîkirina 11 hevwelatiyên “Xoy”ê\\ hevwelatiyek Bokanê destbiser bû

14:49 - 28 Hezîran 2012

Kuridstanmedia: Dadgeha 11 hevwelatî li bajarê Xoyê ji aliyê dadgeha Şoreşa wî bajarî ve birêve çû. Hevwelatiyek Bokanê ji alyê hêzên Îtilaata rejîmê ve destbiser bû.
Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan li Îranê, roja Sêşemî berwar 26’ê Hezîrana 2012’an, dadgeha 11 çalakaên siyasî di Dadgeha Şoreş a bajarê Xoyê de birêve çû.
Tometa wan 11 kesan, birêvebirina rê û resma tazya du çalakên siyasî, “hewldan li dijî tenahiya netewî û civînên alozkirina rewşa giştî” hat ragihandin.
Şêrzad Hacîlû, Behmen Nesîrzade, Şehram Yûzbaşî, Mihemed Ehedî, Wehîd Fayzpûr, Cewad Perîxanî, Mehdî Tofarqanlî, Hemîdpûr Ceiferelî, Mehdî Qeyasî, Mihemed Xuroşan û Mihemed Beyat, navên wan 11 hevwelatiyan in ku di dadgeha Şoreş a “Xoy”ê de hatin dadgehkirin.
Hevwelatiyek bajarê Bokanê hat destbiserkirin
Li gor nûçegihaniya “Kurdpa”, hevwelatiyek Kurd bi navê “Şoriş Aryapûr” xelkê bajarê Bokanê û perestarê beşa neştergeriya mêran li nexweşxaneya Bokanê, ji aliyê îdareya Îtilaatê piştî destbiserkirina Şoriş, êrîş kirine ser mala navbirî û dest bi ser keysa kampyoter û hin alavên din ên wî de girtine.

Heya niha sedemên destbiserkirina wî ji aliyê îdareya Îtilaata rejîmê ve nehatiye ragihandin.
Li gor çavkaniya han, di destpêka buhara îsal de heya niha, 44 hevwelatiyên Kurd ji aliyê navendên ewlehî û nîzamî ên rejîma îslamî a Îranê ve destbiser bûne.