Kurdistanmedia: Daketin di aboriyê de, bû sedem da ku nêzîkî 280 yekîneyên pîşesaziyê di Urmiyê de bêne daxistin.
“Elîriza Melamihemedî” Fermandarê bajarê Urmiyê dibêje ku: Yek ji girîngtirîn arîşeyên ku yekîneyên pîşeyî digel de rûbirûne, nebûna piştevaniyên bankanî ye,û her bi vê sebebê jî nêzîkî 280 yekîneyên pîşesaziyê di wî bajarî de rastî daxistina tewaw hatine.
Elîriza Melamihemedî di gotûbêja digel nûçegihaniya “Tensîm” a girêdayî rejîmê de bi şirovekirin arîşeyên yekîneyên pîşesaziyê yên wî bajarî de daye eşkerekirin ku: Ji hejmara 1 hezar û 40 yekîneyên berhemanîn û pîşeysaziyê yên bajarê Urmiyê , nêzîkî 760 yekîneyan çalak û nîve çalakin, û hejmara 280 yekîneyên din jî bi tewahî hatine daxistin.
Herwisa navbirî ey yeka jî zêde kir ku: Arîşeyên giştî yên yekîneyên pîşesazî yên bajarê Urmiyê, kêmbûna perê nexd, nebûna piştevaniyên sîstemên bankî, û herwisa mijrên ku pêwendî bi aboriyê hene û nebûna karên ku bandor hene di para berhemanîn û derfetên kar de ji wan arîşeyan ku yekîneyên pîşesziyê yên wî baajrî digel de rûbirûne.
Herwisa bi sedema daketina di aboriya welat de, karxane û kargehên pîşesaziyêî yên di bajarên cuda yên Îranê de, rastî daxistinê hatine û kedkarên wan jî ji ber wernegirtina heqdestê çend mehên xwe ji aliyê awedî karxaneyan, dest bi grevên seranserî kirine.