Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li bi rê ve birina çalakiyên banghêjî bi bona bilind ragirtina sarlvegera damezirandina Hizba Demokrat berdewamin.
Li gor rapra ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê, 18`ê Gelawêjê, çavnetirs û xakîpoşên Demokrat li bajarê “Arbaba” û li gûpika çiyayê “Babos”a serbilind, cihê Pêşmerge, çiyavanên nîştimanperwer, Alaya Kurdistanê û Alayek jî bi rengê şînê esmanî bi bona bilind nirxandina salvegera 25`ê Gelawêjê daliqandin.
Ew Ala bi dirêjahiya 20 mêtr û bi panahiya 6 mêtr, bi destê xurtên xebatkarên bajarê Bane ve hatiye dûrîn û li ser çiyayê “Babos” ku di ser bajarê Bane û gund û deverên derdorê de ku tê dêtin, hate bilindkirin.
Herwisa Alayeke şîn ku silogana “Pîroz be 25`ê Gelawêjê”, salroja damezirandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ku li ser hatibû nivîsandin hate daliqandin.
Her di vê pêwendiyê de, roja nê 18`ê Gelawêjê, tekoşerên Demokrat li bajarê “Bokanê”, bi merema bilind ragirtina 74`emîn salvegera damezirandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, gehandina peyama Gelawêja Demokrat bi hogirên Azadî, çalakiyên berfireh yê banghêjî bi rê ve birin.
Ew cihên ku çalakiyên banghêjî hatine lidarxistin wiha ne: “Devera Pîr Mihemed û Ehmedê Kor, Awahiyên Baxçe, Paşbilax, Çar Dîwar, Terexe, Ezîzkend, Dunkuz, Çawerçîn û Seydava,Parka Sahil, parka Şaxereş, bilwara pira nû heya Mîrava, bilwarî Şusî Burhan heya Kehrêza Mehmûd Axa, Bilwara Kurdistan, meydana Hesen Zîrek, bilwara mamosta Hejar û şehreka Ferhengiyan, tabloyên rêya Seqiz û Mehabad û bilwara rêya Sed û nexweşxaneya nû”.
Çalakiyên xakîpoşên Hizbê li bajarê Bokanê di rewçeke ewlehî de, bi serketî hate lidarxistin.
Herwisa roja Şemî 19`ê Gelawêjê şoreşgerên Demokrat li bajarê Şinoyê, serdana gundê şehîd Dr. Qasimloyê nemir kirin û bi daligandina Alaya Kurdistan û logoya PDKÎ û axabano, peyman digel Partiya Demokrat û rêbaza şehîdên Kurdistanê nûkririn ku heya dawiya jiyana xwe domkiriyê rêbaza şehîdan bin.
Herwisa roja paştir di çalakiyeke din de, endamên PDKÎ li “Qelatûk” a ser bi bajarê Şinoyê ku cihê hêsabûnê ye, lohoyaq PDKÎ daligandin.
Herwisa endamên PDKÎ, li “Hesenava” a girêdayî bajarê Sine, bo bilind nirxandina 25`ê Gelawêjê, bi nivîsîna siloganên taybet bi vê rojê, salvegera avabûna PDKÎ, bilind û pîroz nirxandin.
Siloganên wê çalakiyê wiha ne: “Bijî PDKÎ, bijî pêşmerge, bijî Rasan, 25`ê Gelawêjê pîroz be, 25`ê Gelawêjê remza Rasana neteweyî ye”.