Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya 14.mîn pilînoma Komîteya Nawendî a PDKÎ

16:32 - 17 Çirriya paşîn 2016

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq birêveçûn û bidawîhatina 14.mîn pilînoma Komîteya Nawendî daxuyaniyek belav kir.

Bona agehdariyê, em radigehînin ku 14.mîn pilînoma Komîteya Nawendî ya PDKÎ hilbijartiya kongireya 15.mîn ya PDKÎ, demjimêr 9’ê sibehiya roja Şemiyê 22’ê Xezelwerê (12.11.2016)’an bi beşdariya endamên eslî ên Komîteya Nawendî û endamên cihgir pêk hat, û piştî du rojan karê berdewam û bas û biryardan li ser mijarên destûra karê pilînomê, êvariya roja Yekşemiyê 23’ê Xezelwerê dawî bi karên xwe anî.

Pilînomê bi ragirtina deqeyekê bêdengî û rabûna ser piyan, bona rêzgirtina ji riha pak ya şehîdan bi taybetî şehîdên pakrewan ên îsal ên “Rsana” a Rojhilata Kurdistanê dest bi karên xwe kir.

Pilînomê destpêkê bernameya kar û destûra karê pilînomê ku pêştir, endamên rêberiyê jê hatibûn haydarkirin, xiste berbas, û piştî pejirandinê, pêvajoya karê pilînomê dest pê kir.

Di beşa yekem ya karê pilînomê de, sekreterê giştî ê PDKÎ behseka siyasî kir, ku tê de bas ji guherînkariyên di navbera du pilînoman hatibû kirin, ku piraniya aliyên pêwendîdar bi navçê, Îran û mesela Kurd bi giştî û mesela Kurd di Kurdistana Rojhilat bi xwe ve girtibû, û tê de qala encama kar û têkoşîna niha ya PDKÎ û tevgera Kurd kiribû.

Derheq Îranê, navbirî bas ji rewşa siyasî ya Îranê û bi taybetî encama lihevkirina 1+5 û Komara Îslamî ya Îranê kir, ku bi “bercam”ê hatiye naskirin. Qala boçûnên herdu aliyên lihevkirî hate kirin ku encama wê jî, destpêregihîştina Komara Îslamî bû, bi beşek ji darayiyên bilokekirî û destvekirîtirkirina Komara Îslamî bona firotin û derxistina petrolê.

Bi vî halî jî kêşeya bîmeyên gemiyên nefthilgir û danûstandin nekirina bankên mezin digel rejîmê, û nedana perê bilokekirî, her maye, ku vê yekê rejîm berbirûyê kêşeyan kiriye.

Her ew yek bûye sedem ku serbarê rakirina gemaroyan li ser “fenawerî” û “trombêlsaziyê” a Komara Îslamî, karê encamdayîna wan girêbestên ku digel welatên Ewropî girê daye, bi awayekî asayî û bi xatircemî ve kar pê nahê kirin, û beşa herî zêde di bêqederiyê de mane. Bi taybetî ku heya niha jî nehêlane Komara Îslamî karê kirîn û firotinê bi Dolar encam bide. Lewra heya niha jî pirsa “bercam”ê di nava dem û dezgehên rejîmê de cihê behsê ye, û hekî dewlet bi awayî erênî lê dinêre, lê belê muhafizekar bi awayekî rexnegirane bas jê dikin, û bi awayekî giştî em dikarin bêjin ku encama “bercam”ê, ew e ku berpirsê banka nawendî basê dike, û dibêje: Teqrîben “hîç”.

Berevajiyê qewl û sozên Ruhanî jî, rêjeya bêkariyê, û zexta zêdetir ya dezgehên ewlekariyê, li ser xelkê zêdetir bûye.

Di vê behsa sekreterê giştê de bas ji asayîbûna pêwendiyên di navbera Îranê û Ewropiyan jî hate kirin, ku serbarê xwesta herdu aliyan bo vê pirsê, ku asayîbûna siyasî û tîcarî bi xwe ve digre, bi hêsanî ser negirtiye, û di vê derheqê de, Ewropiyaan şert û merc bo asayîbûna van pêwendiyan danîne, ku ew jî kêmkirina rêjeya îdaman, bi taybetî îdamkirina kesên bin 18 saliyê re, hewldana Komara Îslamî bona hişikkirina çavkaniyên terorîzmê, zelalsaziya malî, bergirî ji spîkirina pere û berçavgirtina mafê mirovan e.

Di vê basê de hatibû ku cîbicîkirina hemû wan şert û mercan ji destê Komara Îslamî nahê, lê bi sedema hewcehiya rejîmê bi Ewropayê û hezkirina welatên Ewropî ji bazarên Îranê, renge derheq wan şert û mercan de bi awayekî ne tewaw li hev bikin.

Di şirovekirina sekreterê giştî li ser rewşa Kurdistana Rojhilat de, amaje bi vê hate kirin ku, tewahiya zext û givaş û binpêkirina mafên ku di seranserî Îranê li ser xelkê hene, li Kurdistanê zêdetir û berçavtir in. Gotara nû li vê beşa Kurdistanê, “Rasan” a Rojhilat e ku, şiroveyê bi hûrî tekezî li ser bandorên wê yên erênî, li ser xelkê, û kadr û pêşmerge û endamên Hizbê, û dengvedana berfireh ya wê di medyayan de, û di encam de rakêşana bala xelkê û welatan li ser asta herêm û cîhanê de kiribû.

Di vê derheqê de pilînomê serbarê liberçavgirtina hemû xalên erênî yên “Rasan”ê, pêdagirî li ser berdewamiya “Rasan”ê kir, û bona bihêzkirin û berfirehkirina bandora “Rasan”ê, rêçareya çareserkirina kêmasiyên “Rasan” ê destnîşan kirin, û di heman demî de spas û pêzanîna xwe pêşkêşî kadr û pêşmerge, û endamên Hizbê li navxweyî Kurdistana Rojhilatê, û li derveyî welat, û herweha xelkê Kurdistanê û hemû ew partî û aliyên siyasî ku bi lêkdaneweyek waqi’bînane “Rasan” nirxandin û pejirandin û piştevanî jê kirin, anî ziman.

Her di vê derheqê de bona bihêzkirina aliyên din ên “Rasan”ê, ên weke rêkxistin, ragehandin û dîplomasiyê, rêçareyên nû hatin destnîşankirin. Li dirêjiya vê mijarê de, bal hate kişandin bo ser çalakiyên xelkî û tekoşîna “NGO”yan di hundir Kurdistana Rojhilat de.

Pilînomê ev çalakî bi bandor dan zanîn û rêz ji xebatkarên di warên curbicur ên vê xebatê girt, û hêvî xwest ku berdewamiya piroseya “Rasan”ê bibe sedema pêkhatina derfetek zêdetir bona kar û çalakiyên wan.

Di beşek din a rapora sekreterê girşî de basek li ser rewşa taybet bi her yek ji parên din ên Kurdistanê hate kirin û tê de amaje bi xalên bihêz û kêmasiyên ser rêya her pareke Kurdistanê hatibû kirin, bitaybetî îşare bi vê hatibû kirin ku di rewşa niha de, ku hemû ew welatên Ku Kurd bi ser wan de hatiye parvekirin, di rewşek aloz û xirab de ne, û ber bi xirabiya zêdetir ve diçin, eva derfetek e ku Kurd bikare bi parastina yekrêziya xwe, vê derfetê bi kar bîne, û berjewendiya giştî ya gelê Kurd li serweyî berjewendiyên rêkxiraweyî bibîne.

Di beşek din a karê pilînomê de raporta “Şoraya Nizamî” ya Hizbê ji aliyê berpirsê Şorayê ve hate pêşkêşkirin.

Raporê kar û çalakiyên kadr û pêşmerge û endamên Hizbê yê di navbera du pilînoman de li xwe girtibû. Raporê xalên bihêz û erênî ên tekoşîna vê heyamê bi zelalî destnîşan kiribûn û di heman demî de, kêmasî jî destnîşan kiribûn.

Pilînomê serbarê mandînebûn û rêzgirtina ji kar û çalakiyên kadr û pêşmerge û endamên Hizbê, careke din û di vê beşê de jî, spas û pêzanîna xwe pêşkêş kir, û bona bêtirkirin û bibandortirkirina xebata wan, nêrîn û rasipardeyên xwe anîn ziman.

Her di vê çarçoveyê de, pilînomê serbarê pêdagiriya li ser peywendiyên Hizbê digel hizb û rêkxiraw û aliyên Kurdî û Îranî, amadehiya xwe bona karê hevpar, bi merema rêkxistina xebata li dijî rejîma Îslamî ya Îranê nîşan da.

Di beşa dawiyê ya karê pilînomê de, endamên rêberiya Hizbê, li ser pêvajoya pêşveçûna karê komîteya amadekar ya kongireya Şazdemîn a Hizbê, ku ji aliyê berpirsê Komîteya Amadekar ve hate pêşkêşkirin, hatine haydarkirin.

Pilînomê piştî gudarîkirin û biryardanê li ser hemû mijar û basên destûra karê pilînoma Çardemîn, demjimêr 5’ê êvarî ya roja Yekşemî berwarê 13’ê Çiriya Paşîn (23.08.1395) dawî bi karên xwe anî.

PDKÎ
Deftera Siyasî

14.11.2016’an a Zayînî
24.08.1395’an a Rojî


border=0
14.mîn pilînoma Komîteya Nawendî a PDKÎ