Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq erdheja Kurdistanê

15:55 - 13 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq erdheja roja Yekşemiyê ya Kurdistanê daxûyaniyek rû li xelkê Kurdistanê belav kir.

Deqa daxûyaniyê weha ye:

Karesata erdhejê Rojhilat û Başûra Kurdistanê hejand

Hevwelatiyên birêz!
Xelkê xweragir ê Kurdistanê!


Êvariya Yekşemiyê 21`ê Xezelwerê demjimêr 10`ê şevê bi dema Kirmaşanê, erdhejek li Ezgeleya ser bi Serpêla Zehaw rû da, ku bihêziya vê erdhejê bi qasekî bû, ku di çendîn welatên Rojhilata Navîn de jî hest pê hate kirin.

Çeqa vê erdhejê li Serpêla Zehaw bû, ku di vê navçeyê de wêraniyeke yekcar zaf pêk anî, û di çendîn bajarên derdorê wekî Îlam û Kirmaşan û Ciwanro û Şahabad û Qesra Şîrîn û Kerind û Selas û ...hwd xisarên madî û canî li pey xwe hebûn, û gellek avahî herifandin.

Li gora serjimêriyên destpêkî li bajarên parêzgehên Kirmaşanê heya niha zêdetir ji 200 kesî hatine kuştin, û nêzî 2600 birîndar hebûne, û renge piştî geriyana li bin avahiyên herifî, amara qurbaniyan zêdetir jî be.

Ew erdhej li Başûra Kurdistanê jî bi tundî hest pê hate kirin, û bi taybetî li Derbendîxan û çend bajarên din wêraniyeke zaf û qurbanî li pey xwe hebûn.

Deftera Siyasî ya PDKÎ tevî sersaxîkirina li malbatên qurbaniyên vê erdhejê, hêviya hindî zû başbûnê bi birîndarên vê karesatê dixwaze.

Karesateke wisa mezin ku dehan bajarên Kurdistanê li Rojhilat û Başûr bi xwe ve girt, û bi sedan qurbanî û bi hezaran birîndar û wêraniyeke zaf jê bi cih ma, ku ew yek karesateke neteweyî ye, û em tevî eşkerekirina hevxemiya xwe bo hemû zirarlêketiyên madî û canî, em daxwazê ji hemû hevwelatiyên Kurd dikin, ku di vê karesata mezin de, bi her şêweyekê ku bikarin alîkarê qurbaniyan û malwêranbûyiyan bin.

Tevî serxweşiya dubare li malbatên hemû qurbaniyên erdheja 21`ê Xezelwerê û hêviya başbûna hindî zûtir ya başbûna bo birîndaran em hêvî dikin ku karesatên weha hesta pêkvebûn û hevsoziya neteweyî ya me bilindtir bikin.

PDKÎ
Deftera Siyasî

22.08.1396
13.11.2017