Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Komîsyona Siyasî Nizamî ya PDK Îranê derheq şehîdbûna Qadir Kerîmî

15:37 - 25 Gulan 2015

Kurdistan Media: Komîsyona Siyasî Nîzamî ya PDK Îranê li dor şehîdbûna pêşmergeyekî hizbê bi destê hêzên PKK, daxuyaniyek weşand.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Xelkê azadîxwaz ên Kurdistanê!
Rêxistinên siyasî û civakî!
Endam û alîgirên PDK Îranê!
Em we hemû aliyekê haydar dikin ku pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li çend rojên derbasbûyî di meimûriyetek hizbê de ber bi devera Şino’ yê ve dimeşiyan ku mixabin ji aliyê çekdarên PKK’ê ve gef ji wan hatibû xwarin ku nabe ber bi Kurdistana Rojhilatê ve bimeşin û li vê deverê de jî bimînin; helbet bi pasaw û hinceta ku ew dever, li jêr kuntirol û desthilata wan de ye û mafê tu kesê/î nine ku li wir bimîne.

Piştî van gef û gurran, pêşmergeyên hizbê berpirsên jorî xwe ji vê rewşê haydar kirin, û me jî bona pêşgirtina ji qewmîna her bûyerek nexwastî, demildest berpirsiyarên PKK’ê ji rewşa hatî pêş, haydar û daxwaza çareseriya bilez ji riya got û bêjan ve kir. Lê mixabin berpirsiyarên PKK’ê, ne tenê bersiva erênî nedan, belkî zimanê gef û çavsoriyê ferz kirin.

Di encama vê siyaseta şaş de, roja Yekşemî, 24.5.2015’an, çekdarên PKK’ê êrîş kirine ser pêşmergeyên Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê li Çiyayê “Şakêw” a li devera Biradost; mixabin li encama vê êrîşa dujminkarane de ku li gor zaniyariyên me bi fermandehiya fermanderên Sipaha Pastarên Komara Îslamî ya Îranê de birêve çûye, kadroyekî jêhatî yê hizbê “Qadir Kerîmî” şehîd û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Şehîd “Qadir Kerîmî” kurê Mihemed, li sala 1977 (1356’a Rojî)an li bajarê Nexede’ yê de hatibû dinê. Xwedina xwe heya diplomê qedandiye. Ji sala 1376 heya 1381 a rojî ve wekî endamê nihênî û rêxistinî yê partiyê li hundurê welat de bi awayek jêhatî û ektîv kar û çalakî dimeşand. Piştî wê ku dikeve bin givaş û çavdêriya kirêgirtî û hêzên rejîma Îranê, bi neçarî welat bi cih hişt û tevlî refên pêşmergên PDK Îranê bû.

Şehîd Qadir, pêşmergeyekî agah, hişyar û bi disîplîn bû û amadegiya encamdana her meimûriyetek hizbê, çi li dema endametiya nihênî de û çi jî li dema êşmergatiyê de hebû..

Hêjayî gotinê ye ku li dema êrîşa hovane ya PKK’ê bo ser pêşmergeyên hizbê de, 2 çekdarên PKK ji aliyê hêza pêşmerge ve hatibûn dîl û êxsîr girtin ku her piştî demek kurt, weke niyetpakî ji aliyê pêşmergeyan ve, bi çek û rextên xwe ve hatin serbest berdan.

Komîsyona Siyasî Nizamî a PDK Îranê tevî nîşandana xemgînî û keserên xwe li dor şehîdbûna “Qadir Kerîmî”, sersaxiyê ji malbata rêzdare wî şehîdî dike û xwe bi şirîkê xem û nerihetiya wan dizane. Li heman demê de jî, hêviya başbûn û silametiyê ji birîndarên vê şerfiroşiya PKK’ê re dixwaze û ji bilî vê yekê, nabe ev kiryara tawankarane ya PKK’ê ku tenê xizmetê bi dujminên gel û nîştiman dike, navek din jê were kirin.

Ruha şehîd Qadir Kerîmî şad û riya misogerkirina hêviyên wî jî, pir rêvîng be.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komîsyona Siyasî Nizamî
24.5.2015’an
3.3.1394