Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê derbarê topbarana Spaha Pasdaran a terorîstî, û şehîdbûna du pêşmergeyên Kurdistanê

10:53 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniyekê de topbarana sînorên Kurdistanê ji aliyê Spaha Pasdaran ve şermezar dike û sersaxiyê jî dide malbatên şehîdên nû ên neteweya me.

 Daxuyanî wiha ye;

Roja sêşemiyê 26’ê Pûşpera 1397’an a Rojî (17’ê Tîrmeha 2018’an a Zayînî) careke din rejîma mirovkuj a Îranê, navçeyên sînorî ên Hacî Omeran û Berbezîn ên Herêma Kurdistanê topbaran kirin. Mixabin di vê êrîşa hovane de ziyaneke zaf gihîşte van du navçeyan û du pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî şehîd bûn.

Kirîzên navnetewî û navçeyê, givaşên li ser hikûmeta dîktator a Îranê berfirehtir kirine û siyaseta qutkirina destê terorîstperwer ji aliyê Komara Îslamî ve tê bicîkirina ku tevlîheviyan li welatên cuda pêk tîne û ji bilî Yemenê, rejîm li Sûriyê jî rastî şikistê hatiye. Herwisa li Îraqê jî gelek sermaye xerc kir lê dîsa jî pêgeha wê sist bûye û xwepêşanderên başûrê Îraqê sloganan li hemberî desthilata Komara Îslamî hildidin û dixwazin ew rejîm ji wir derkeve û desthilatdariya wê li wir nemîne.

 Di demekê de ku xelkê Îraqê dixwazin Komara Îslamî ji wir derkeve, desthilatdarên Tehranê jî bi slogan û xwestekên wan perîşe bûne û bi hênceta ku hêza pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li wan sînoran e, rejîma meleyan ji bo kêmkirina givaşên li ser xwe û gefxwarin ji Herêma Kurdistanê, careke din dest bi topbaranê kiriye û yasayên navnetewî û serweriya siyasî a Îraqê û bi taybet a Herêma Kurdistanê binpê dike.

 Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê ji bo şehîdbûna du pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê sersaxiyê dide xelkê Kurdistanê û topbarana Komara Îslamî jî şermezar dike û ji Neteweyên Yekbûyî û xelkê bi rûmet ê Herêma Kurdistanê dixwaze li hemberî binpêkirina yasayan û derbaskirina sînoran ji aliyê rejîma mirovkuj a Îranê ve ku bûye sedema têkçûna ewlehî û jiyana xelkê navçeyê, bêdeng nemînin û rê nedin ev rewşa metirsîdar berdewam bike.

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê

17’ê Tîrmeha 2018’an a Zayînî