Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Siyasî ya PDKÎ derheqê meşên nerazîbûnên Îranê de

12:10 - 26 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Navenda Siyasî ya PDKÎ derheqê meşên nerazîbûnê ên xelkê Îranê di paytexta  Îranê  û çendîn bajarên din de, ku di 4`ê Pûşperê de bi rê ve çû, ji bo raya giştî daxuyanyek weşand.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya Navenda Siyasî ya PDKΠ

Hevwelatiyên rêzdar!

Civatên xelkê mafxwaz yên Îranê! 

Ciwanên azadîxwaz yên Kurd di Kurdistana Rojhilat de!

Di doma meşên nerazîbûnê ên xelkê bajar û bajarokên Îranê, û nerazîbûnên li hemberî siyastên dijî mirovahiyê yên Komara Îslamî a Îranê derheq bi rûniştiyên welatê me, û berdewambûna dezgehên serkutkar yên rejîmê, azar û îşkencekirin û hepskirin û îdamkirina hevwelatiyan, herwiha xirabtirbûna rewşa jiyan û derbazkirina jiyana xelkê, berfirehbûna betalî û hederdana samana welat ji bo dabînkirina hewcehiyên deste û taqemên terorîstan di deverê de ji aliyê rejîma Komara Îslamî a Îranê ve, roja Duşemî 4`ê Pûşpera 1397`an (25.06.2018`an) xelkê bajarê Tehranê rijiyane ser şeqaman û cihên giştî û li dijî desthilata paremayî ya Komara Îslamî ya Îranê, silogan qîrandin.

Vê hereketê di heyameke kurt a çend demjimêrî de bajarên weke, Kirmaşan, Bêhşehr, Qişm û Kerec jî bi xwe ve girt, û heriwha ev rewta ber bi berfirehbûnê ye, û siloganên weke, “Mirin ji bo Dîktator”, “Neman ji bo esla wilayeta Feqîh”, “Em dolarên deh hezar tûmenî naxwazin”, peykera rejîmê bi tewahî  di nav xwe de hejandiye. 

Ev hereket û ev siloganên ku qîrandine, nîşaneya vê  rastiyê ne ku xelkê Îranê  pêdagir in li ser rizgarbûn ji destê vê rejîma dijî Îranê û Îraniyan.

Ev yek jî di demekê de wê bigihîje armanca xwe, ku ev hereketane  berdewam û berfireh bin, û hemû yan jî piraniya bajar û bajarokên welat bi xwe ve bigre, û bi hevahengî û yekdengî xebata rizgarîxwazî ya xwe ber bi serkevtinê ve bibin.

Her di vê pêwendiyê de, civatên xelkê Kurdistanê ku di heyama desthilatdariya Komara Îslamî a Îranê de, zilma du hinde û çend hinde (çend qat) li ser wan de bûye, di hemû warî de zulm li wan hatiye kirin,  digel bextreşiyê hatine rûbirûkirin, pitir ji naveroka vê rejîma kevneperest û dijî gelî tê gihîştine, û êşa zulm û stema vê rejîmê bi hemû cendekê xwe ve hest pê kirine; û bê guman di rewşeke wiha de baş dizanin ku çavan reftarê bikin, û bi çi awayekî rewta 40 sal xebata  xwe ya li dijî vê rejîmê bipîvin,  û çavan dengê xwe tevlî vê dengê mafxwazane yê xelkê seranserê Îranê bikin.

Her di vê pêwendiyê de, em xatircem in ku PDKÎ û aliyên din yên siyasî yên Kurdistanê bi hestkirina bi berpirsayetîkirinê,  û her yek ji wan ji riya  rêkxistinên xwe ve,  wê rênîşandanên hewce bidin, û di pêkanîna yekdengî û hevahengiyê di Kurdistanê de alîkar dibin.

Navenda Siyasî ya PDKÎ tevî nîşandana piştevanîkirina xwe ji vê hereketa mafxwazane ya di bajarên seranserê Îranê, û bi taybet di bajarên Kurdistanê de, daxwaza yekgirtîbûn û yekdengiya xelkê hemû bajarên welat dike, û xatir cem e ku bi hereketeke yekgirtî û serîhildana sernaserî sîbera nehs ya rejîma Komara Îslamî li ser xwe û li ser Îranê vêde bibin.

Serbikeve xebata azadîxwazane ya neteweyên Îranê 

Nemar ji bo rejîma Komara Îslamî a Îranê 

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Siyasî

04.04.1397`an 
25.06.2018`an