Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaza Firansayê bo rakirina dorpêçên li ser kompaniyayan hate retkirin

12:12 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Amerîkayê daxwaza dewleta Firansayê bo rakirina dorpêçan li ser van kompaniyayên ku bixwazin digel Îranê hevkariyê bikin, ret kiriye.

Roja Înê 22`ê Pûşperê “Bruno Le Maire” Wezîrê Malî yê Firansayê di gotûbêjekê de digel rojnameya “Fîgaro” ragehandiye: Amerîka daxwaza Firansayê bona rakirina dorpêçan li ser van kompaniyayên li Îranê kar dikin, ret kiriye.  

Firansayê daxwaz kiribû ku îzin bi kompaniyayên Firansî bihê dayîn, ku di biyavê enirjî û tirombêlsaziyê di Îranê de kar bikin, û nekevin ber cizayên dewleta Amerîkayê piştî destpêkirina dorpêçan.

 Wezîrê Malî yê Firansayê bi vê rojnameyê ragehandiye ku ji aliyê Wezareta Xizînedariya Amerîkayê ve ew daxwaza wan hatiye retkirin.

Hêjayî basê ye ku piştî vekişiyana Amerîkayê ji Bercamê û destpêkirina dorpêçan bo ser Îranê, û wan kompaniyayên ku digel Îranê kar dikin, hejmareke zaf ji kompaniyayên Ewopa û cîhanê ji Îranê vekişiyane, û çalakiyên xwe digel Îranê ragirtine.