Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka sê şehîdên sorxelat çû ber dilovaniya xwe

13:35 - 21 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Dayîka 3`ê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê, li bajarê Sine çû ber dilovaniya xwe.

Roja Duşemî 30`ê Banemera 1398`an(20`ê Golana 2019`an), Gevher Sadiqî dayîka sê şehîdên sorxelat yê PDKΠ yên bi navên “Ebas, Şehriyar û Şapûr Serî`etî” li bajarê Sine koça dawiyê kir.

Şehîd Ebas Şerî`etî kadrê komîteya şaristaniya Sine, li rêkxistina devera Hisênava, li sala 1336`an li bajarê Sine jidayîk bûye, û navbirî li şer û peçûna li hemberî hêzên dagîrkar yên rejîma Îranê, li rêkefta 29`ê Gelawêja sala 1362`an, digel hevalekî din yê xwe li devera Gaveroyê li gundê Mîravaya Remişt, tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bû.

Şehîd Şehriyar Şerî`etî, teşkîlata veşartî di nav bajar de bû, ku ji aliyê rejîmê ve li rêkefta 15`ê Xermanana 1367`an, li bajarê Sine hate bidarvekirin.

Şehîd Şapûr Şerî`etî, kadrê komîteya bajarê Sine li teşkîlatê di nav bajarê Sine, li rêkefta 17`ê Sermaweza sala 1369`an, digel çend endamên veşartî yên din li bajarê Sine, ji aliyê rejîma cinayetkar ya Îranê, hatine desteserkirin û piştre bidar vekirin.

Termê xwedêjêrazî Gevher di nav girseya xelkê bajarê Sine û deverê bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî nîşandana nerhetbûna xwe derheq koça dawiyê ya xwedêjêrazî, sersaxiyê dibêje, malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.