Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî Hizba Demokrat li Bokanê koça dawiyê kir

14:47 - 30 Nîsan 2017

Kurdistanmedia: “Xedîce Mihemed Beyg”, dayîka şehîdekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê “Bokanê” koça dawiyê kir.

Li gorî nûçeya gehiştî destê malpera Kurdistanmedia yê, roja Pêncşemî berwarê 27’ê Nîsana 2017’an “Xedîce Mihemed Beyg”, dayîka şehîd “Xalid Pijgol” bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.

Navhatî jineke disoz û wefadar bi rêbaza kurê xwe yê şehîd bû, lewra hertim cihê baweriya xelkê derdorê bû.

Şehîd “Xalid Pijgol” sala 1963’an a Zayînî li gundê “Golê” ya ser bi bajarê Bokanê hatiye dinê û yek ji pêşmergeyên herî leheng yê PDKÎ bû di hêza “Beyan” de, ku mixabin berwarê 28’ê Rêbendana sala 1361’an a Rojî, li cihekî binavê “Girdî Qebran” bi destê kirêgirtiyên rejîma Îslamî ya Îranê hate şehîdkirin.

Hizba Demokrata Kurdustan a Îranê sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarên navbirî û xwe di xem û kovana jidestçûna navbirî de bi pişikdar dizane.