Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî koça dawî kir

14:00 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Dayîka şehîd “Rehman Emînî”, şehîdê riya rizgariya Kurdistanê çû ber dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, “Îsmet Mam Elî”, dayîka şehîd “Rehman Emînî” naskirî bi “Rehman Nobarî” li gundê Nobar a ser bi bajarê Bokanê, di bûyereke dilêş de koça dawî kir.

Navbirî jineke dilsoj û nîştimanperwer bû.

Şehîd “Rehman”, sala 1359`an, bû bi pêşmerge û piştî çend salan pêşmergayetî, li rêkevta 9`ê Sermaweza sala 1362`an, di şereke qehrimane de, û di dema destbiserdegirtina binkeyeke rejîmê li “Kêwereş a Gilênan” de, digel “Elî Şivane” pêşmergê hêza Pêşewa şehîd bûn.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbat, xizim û kesûkarê navbirî re dibêje û xwe şerîkê xema wan dizane.