Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî sorxelat yê PDKÎ li bajarê Mehabadê çû ber dilovaniya xwe.
Roja Çarşemî, 4`ê Banemerê xwedêjêrazî Rabi`e Şêxe dayîka şehîd Resûl Sebûhî, xelkê gundê Dê Mela ku li gundê Gerdereş a girêdaiy bajarê Mehabadê akincîbû, bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.
Şehîd Resûl Sebûhî, kadrê pile 3`ê yê PDKÎ bû ku li şerê lihemberî hêzên dagîrkar yên rejîma zêdexwaz a Îranê li rêkefta 13`ê Pûşpera 1362`an li gundê Suncaq a girêdaiy bajarê Mehabadê tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bû.
Termê xwedêjêrazî Rabi`e bi amadebûna xelkê deverê bi axê hate spartin.
Partiya Dmeokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.