Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî PDKÎ li bajarê Kamyaranê çû ser dilovaniya xwe

11:00 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî sorxelat ê PDKÎ, li bajarê kamyaranê çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 25`ê Pûşpera 1397`an, xwedêjêrazî “Ayşe Fetahî” xelkê gundê “Elek” a girêdayî bajarê Kamyaran, û dayîka şehîd “Elî Yûsifî” pêşmergê PDKÎ, bi sedema nesaxiyê çû ser dilovaniya xwe.

Termê xwedêjêrazî “Ayşe” di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.

Şehîd “Elî Yûsifî”  di sala 1337`an, li gundê “Elek” a girêdayî bajarê Kamyaranê ji dayîk bibû, û navbirî pêşmergeyekî bivêr û qehreman yê hizbê bû, ku di şerekî qehremanane de li rêkewta 15`ê Rezbera 1360`î, li gundê “Textî Zengî” şehîd bûye, û mezarê wî jî di gundê “Ellek”  de ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xzim û kesûkarên navbirî, û xwe hevparê vê xema van dizane.