Kurdistanmedia: “Amîne Elîzade” dayka şehîdekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, koça dawiyê kir.
Li gorî nûçeya ku gehiştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî, rêketa 31`ê Pûşperê, “Amîne Elîzade” naskirî bi “pûre Amîne” dayka şehîd “Selah Rehmanî”, li bajarê Mehabadê çû ber rehmetê.
Şehîd “Selah Rehmanî” li bajarê Mehabadê jidayîk bûye, piştî peywestbûn bi refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê, li rêketa 9`ê Banemera sala 1364`an, li cihek bi navê “Baxluce” di şer û pevçûnekê de tevî karvanê şehîdan bû.
Paertiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbat, xizim û kesûkarên navbirî re dibêje û xwe bi şerîkê xema wan dizane.